Îro yekşemê 18 Mijdarê bi dehan xwendekarên dibistanan derketin xwepêşindanekê li bajarê Kobanê, û nerazîbûna xwe ji kiryarên rêveberya PYDê li Kobanê anîn ziman, ji ber wê korsên taybet yên xwendinê bi zimanê Erebî ji berî destpêka demsala xwendinê ve qedexe kirine.
Bilind Bozan, yek ji xwendekarên Kobanê ye, ji me re ragihand ku “Rêveberya PYDê biryarên çewt distîne, û ayinde û berjwendiya xwendekaran jêre ne girîng in. divê ew ji biryara xwe ya qedexekirina korsên taybet vegerin, ew kors ji mere pêwîst in, ji ber ku mamosteyên dibistanên rêveberya PYDê, karîna wan ya hînkirinê pir kêm e “.
Her wiha Bozan got ku “xwendin ji mafê me ye, û ne ji mafê rêveberya PYDê ye destê xwe deyne ser siberoja me”, û got ku “Ti aliyekî fermî ta niha danpêdan bi dibistanên PYDê nekiriye”.
Bozan di dawiya axftina xwe de ji rêveberya PYDê xwest ku korsên taybet ên xwendinê serbest bike, û rê li paşeroja wan negrin.
Jêder: Beşê Kurdî di Nivîsgeha ragihandinê ya hevbendiyê de