Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, kiryara terorîst ya li ber dergehê firokxaneya Atatork li Stembolê ya li êvariya duhî roja sêşemê û armanckirina sivîlan şermezar dike.
Hevbendî sersaxiya malbatên qurbaniyan dike û bi hêviya saxî û selimatiyê ji birîndaran re, û rawestandina xwe li tenişt Tirkiya li hember kiryarên terirîst yên li dijî ewlehî û seqamgeriya wê tekez dike.
Xelkê Sûriyê digel qurbaniyên terorê hevpar û hevxemin, û baş bi dirindayetiya terorê têdigehin, nemaze ku ev çend salin rojane rastî terorê dibin ji aliyê rêjîma Esed û dûvelankên wê, nemaze ku rêjîma Esed bi xwe beşdarî di çêkirin û rêvebirina rêxistinên terorîst di Sûriyê û navçeyê de bi dirêjahiya çend salan kiriye û hêjî berdewam e li ser vê yekê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
29 Cehzeran 2016