Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, kiryara terorîst ya li ber dergehê firokxaneya Atatork li Stembolê ya li êvariya roja sêşemê şermezar kir.
Herwiha îro di daxuyaniyekê de, sersaxiya malbatên qurbaniyan kir û bi hêviya saxî û selimatiyê ji birîndaran re kir, û rawestandina xwe li tenişt Tirkiya li hember kiryarên terirîst yên li dijî ewlehî û seqamgeriya wê tekez kir.
Hevbendiyê got ku “Xelkê Sûriyê digel qurbaniyên terorê hevpar û hevxemin, û baş bi dirindayetiya terorê têdighin, nemaze ku ev çend salin rojane rastî terorê dibin ji aliyê rêjîma Esed û palpiştên wê, nemaze ku rêjîma Esed bi xwe beşdarî kiriye û hêjî dike di çêkirin û rêvebirina rêxistinên terorîst de li Sûriyê û li navçeyê de bi dirêjahiya çendîn salan”.
Hêjayê gotinê ye ku Wezîrê dada Tirkiyê, Vekir Bozdax, kuştina 31 kesî û birîndarbûna 147 kesên din yên bi sedema êrîşa li ser firokxaneya Atatork ragihandibû, û di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku êrîşa terorîst hatibû encamdan bi rêka kiryareka xwekujî, ji aliyê sê kesan li hola pêşwazîkirina rêwiyan de, di hola hêlên esmanî ya firokxaneya de.
Jêder: Hevbendî