Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Elebde digel got ko pirbûna operasiyonên leşkerî ji hêla Rêjîma Esed ve û hevalbendên wî ve dê Operasiyona siyasî û biryara 2254 têk bibe.
Elebde diyar kir ko di rûniştina bi wezîrê derve yê Danimarkî re Kirîstiyan Cînsin îro çarşembê li bajarê Xazî Entaba Tirkî diyar kir ko axaftin li ser gihaştineke siyasî di nav evê tawankariyê de ya ko xwîna miletê Sûrî bi awayekî rêbazkirî dirêje pir aloz e.
Herdu alî li ser daxwazên nû yên operasiyona siyasî û rewşa meydanî û zêdebûna operasiyonên leşkerî yên rêjîmê û hevalbendên wî li dijî sivîlên Helebê,Dêra Zorê, Gundewarê Şamê, Idlib û hemû Parêzgehên din axivîn.
Hem jî di hevdîtinê de li ser Kampên derbiderên Sûriyê û Kampên Penaberan li dewletên hawîrdor û rewşa mirovî ya dijwar axivîn. Elebde daxwaz ji desthilata Danimarkî kir ji bo Kampa “Elrikban” ya ko li ser sînorê Sûrî û Urdinê, her wiha spasiya deshilata Danimarkî kir li ser bizava wê bo alîkariya bi miletê Sûrî re dike.
Jêder: Hevbendî