Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreê û Rikberiya Sûriyê biryara xwe ya berê ji bo damezirandina Komîta Olompiya Sûrî têk bir, li gora sistema hundirîn ya Hevbendiyê û guherînên ko tê de çê bûn.
Emîndariya giştî ya Hevbendiya Niştimanî di biryara xwe de ya îro çarşembê derxist diyar kir ko sedemên têkbirinê ji bo yekîtiya karê werzişiya Sûriyê biparêze.
Emîndariya giştî destnîşan kir ko ewê piştgiriya kongirekî werzişî giştî ji bo hemû karînên werzişî bike da Nivîsgeheke cîbicîkirinê û komîteke olompî danpêdankirê û herdemî damezirîne. Ko karê xwe bike û evê dosyayê li ser asta werzişiya Sûriyê û li gora qurbaniyên miletê Sûrî birêve bibe.
Jêder: Hevbendî