Nexweşxana Newroz ya Taybet li bajarê Erbîlê li Kurdistana Îraqê Xizmetên bexşkirî ji bo penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê pêşkêş dike. Roja Pêncşembê rojeke bexşkirî ye ji bo Penaberên Sûrî her wiha mesrefa Nexweşxanê 50% di rojên hefteyê yên din de kêm dikin.
Dektor Azad yek ji bijîşkên Nexweşxanê ye di daxuyaniyekê de ji bo malpera me tekez kir ko xwedanê Nexweşxanê Dr. Letîf Berzanî ev pêşxeriya xwe ya xêrê ragihand bi amanca alîkariya Penaberên Sûrî bike yên ko di rewşeke aloz de dibûhûrin. Xizmetên ji bo Nexweşan lênerîna giştî û wênekêşana (X) û raketin û hemû xizmetên li Nexweşxanê yên hene hem jî Roja Pêncşembê rojeke bexşkirî ji bo hemû Penaberan û bi amadebûna hemû dektorên Nexweşxanê.
Dr. Azad got ko ew qebareya derdê Penaberên Sûrî li Nexweşxanên taybet dizanin ko pir mesref dikeve ser wan û ew ne li gora pereyên ko rojane an mehane werdigirin, û ewan dike rewşeke tengav de û gelek nimûne jî hene. Her wiha hindek Nexweşxane jî danûstandina wan bi Nexweşan re û rewşa wan nebaş e. tekez kir ko amanc ji evê pêşxeriyê ko fişarê li ser Penaberan sivik bike bi taybetî Nexweşxane dikeve ser rêka çend kampan û nêzîkî Parêzgeha Hewlêrê ye.
Tê zanîn ko pêşxerî ne tenê li hundirê Nexweşxanê xizmetê dike lêbelê birêvebiriya Nexweşxanê biryar daye ko tîmên bijîşkî damezirîne û ber bi Kampan ve ewan bişîne da rewşa Nexweşan li wir çareser bike û xizmetan ji wan re pêşkêş bike.
Jêdrt: Hevbendî