Agahdariyeke Rojnamevanî
Xalid Elsalih
Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî
12.09.2014
Rêjîma Esed dest bi êrîşên xwe yên asmanî li ser Herêmên ko di bin destê dewleta Islamî de kir, li Herêma Gundewarên Bakurî Helebê û Dêra Zorê û Reqayê, ew kar di heman çaxê de hat ko Encûmena Ewlekariya Navnetewî bi tevayî projeyê biryara 2170 pesend kir, ya ko hemû riyên piştgiriya bi kesan û pereyan li ber Rêkxistina dewleta Islamî û Aniya Elnesre û hin rêkxistinên ko bi Elqaide ve girêdayî ne dibire, çimkî di biryarê de hatiye ko Encûmena Asayişê li gora benda heftan ya Netewên Yekbûyî tevdigere.
Rêjîm bizava pirkirina êrîşên asîmanî dike, da ji civaka Navnetewî re bide xuya kirin ko ew parek ji çareseriyê ye û ne bingeha arîşeyê ye, û dide xuya kirin ko ew şerê tiroristiyê dike, piştî ko Rêjîmê gelek Herêm di bin destê Dewleta Islamî de bi mehan hiştin, bê ko tu êrîşan bide ser wan, lê Rêjîmê di heftiyekê de bêtir ji sed êrîşên asmanî birin ser cihên Sivîlan, ku ya dawî “Sûka Pez” bû li Hrêma Gundewarên Bakurî Helebê û “Taxa El´erdî” li Dêra Zorê û “Nanpêjgeha Alî” li bajarê Reqayê ku Herêmên nişteciyên sivîl in, di encama bombebarandinê de bi dehan sivîl şehîd ketin, ji wan sivîlên ko di navbera stema Dewleta Islamî û Bermîlên Rêjîmê de mane.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide ko Rêjîm biryara Encûmena Asayişa Navnetewî û pilana hevpeymana Navnetewî bikar bîne, da cihên Sivîlan amanc bike, bi behaneya ko Rêkxistina Daiş desthilatiyê li ewan Herêman dike, herweha Hevbendiya Niştimanî doza lezkirina aktîvkirina plana Navnetewî ya ko wê Artêşa Azad biçek bike li Herêmên di bin destê Artêşa Azad de kir, berî ku dem bibuhûre , da karibe li himber Dewleta Islamî û Hêzên Elesed raweste.