Îro desteya siyasî ya hevbendiyê Civiya di baregeha Emîndariya giştiya Hevbendiyê de, bo gengeşekirina jiyanameyên taybet yên kandîdên serokatiya Hikûmeta Sûriya demkî, tevlî raporta Siyasiya Hevbendiyê, herwiha babetê rêxistina (DAIŞ)ê û stratijiya serokê Amerîka Barak Obama derbarê vê yekê, û civîn wê heta sibe jî berdewam be. Herwiha di civîna desteya siyasiya Hevbendiyê de, pirojeyê nivîsîngeha ragihandinê serbaret vekirina beşekî bi zimanê farisî di malpera Hevbendiyê de hat gotubêjkirin, herwiha babetê serdanên diplomasî yên hevbendiyê û pêkanîna şandeyan di rojên pêş de hat behskirin,ku wê bi serdanekê di 15ê vê heyvê de bo Mîrişînên Erebî destpê bike.
(jêder: Hevbendî)