Razdarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nesr Elherîrî bi endamê Hevbendiyê Sefwan Elcendelî û Endamên rêxistinên Civaka Sivîl ya Sûrî re di nimêja kesên neamade li ser giyanê şehîdên Tevgera Azadên Şamê li mizgefta Elfatih li Istenbolê beşdar bû.
Herweha cemawerin mezin bi hejmareke bêtirî hezar kesî ji Turk û Erebên li Istenbilê niştecî bûne li pêşiya mizgefta Elfatih li paytexta Tirkî di vê nimêja ku rêxistinên Ehlî di dawe birêve biribûn beşdar bûn, wêneyên wan hilgirtin, û nivîsin ku pesnê lehengiya wan didin hildan.
Razdarê Giştî yê Hevbendiyê gotinek da tê de pesnê lehengiya van şehîdan da, û destnîşan kir ku çiqas qurbanî hebin wê şoreş berdewam be. Hevbendiyê behîdariya kesên di Sêşemba bûrî de bi teqîna erebeyek bumbekirî de ku civînek ji serdarên Tevgera Azadên Şamê li Bakurî Idlibê armanc kiribû kir.
Damezirêner û serokê tevgerê ” Hesan Ebûd” ku bi navê “Ebû Ebdelle Elhemwî” tê nasîn, û hejmarek ji serdarên tevgerê mîna ” Ebû Yezîn Elşamî – Ebû Telha Elxab – Ebû Ebdilmelik – Ebû Eymen Elhemewî – Ebû Eymen Ram Hemdan – Ebû Sariya Elşamî – Muhib Eldîn Elşamî – Ebû Sêf Biniş – Telal ElEhmed Temam – Ebû Elzubêr Elhemewî – Ebû Hemza Elreqqa, û hejmarek ji endam û serbazên tevgerê di nav şehîdan de bûn.
Hevbendiyê destnîşan kir: ” Ebû Ebdella Elhemewî bi serdarên tevgerê û serbazên wê re berevanî di ber kesên sivîl de dijî rejîma Esed kir, beşdariyên wan yên mezin di şoreşê û birêvebiriya karê çekdar li hemû deverên Sûryayê, û berevanî di ber mafên millet Sûrî yê ku doza azadî û rûmetê dike hebû, “.
Jêder: Hevbendî