Xalid Elsalih Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî pêşveçûna Artêşa Azad û destdanîna ser bajarokê Rewadî û Hemîdiyê li Parêzgeha Qunêtira salix da û got “Nexşeya Şoreşa Sûriyê ji nû ve nigar dike. Bi taybetî ku giringiya Stratîcî ji vê Parêzgehê re ew e ko navgihaneke di navbera Xuta Şamê ya Rojava û gundewarên bajarê Deri´a û wan bi hev ve girê dide. Û ev hevgihandina Cografî wê Cografiya Leşkerî ya tevgera Alayan biguhêre, yên ko pir nêzîkî cîgehên ewlekariya Rêjîmê li Şamê bûne. ”
Herweha Elsalih ev pêşveçûna Artêşa Azad dît ko: “Derbeke leşkerî li keriyên Eesed û dûvên wî ye, ew çeteyên tirorist yên li Herêmên Xûta piştgiriya wî dikin, Herêma Xûta piştî alayên wê yên leşkerî û yên Gundên Deri´a gihan hev, îro geşepêdaneke leşkerî û siyasî û hawarçûnê dibîne.
Herweha Mihemed Qeddah cîgirê Serokê Hevbendiyê di daxuyaniyeke berê de gotibû: Têkbirina rêbendên cografî di navbera alayên artêşa azad li derdorên Şamê ew pêngaveke giring e û alîkariyê di avakirina hêza leşkerî ya alayan de dike, û ew destpêkeke giring e, ji bo karên leşkerî yên rêkxistî di Herêmên ko pir metirsiyê li ser jiyana Rêjîmê çê dikin.
Jêder: Hevbendî