Rêveberiya sexlemiya Idlibê ya wezareta tendirustiya Hikûmeta Sûriya demkî, hin kelupel û alavên pizîşkî yên nû wek amûrên amadelirina wêneyên tîşikî û amûrek veguhêz yê kêşana wêneyên tîşikaî, radestî herdu nexweşxaneyên Circinaz û Elhaîd yên li Çiyayê Elzawiya li gundewarê Idlibê kirin. û heman rêveberiyê hin derman û hin kelupelên pizîşkî dan nexweşxaneya Elbeşîriyê ya meydanî û tîmargeha Eldehir û sentera Kefir Texarîm û Ebîn yên rajeyên pizîşkî li gundewarê Idlibê,û yek ji wan derziyên tîfoyê bû, herwiha Wezareta Tendirustiyê amaje kir ku :”Ew hewl dide bi rêya rêveberiyên xwe li navçeyên rizgarkirî ku dabînkirina kelupel û pêdawistiyên nojdarî bikin, herwiha dabînkirina dermanên pêdivî bo bilindkirina astê xizmet û karkirina nexweşxane û navendên pizêşkî li wan navçeyan”.
(Jêder: Hikûmeta Sûriya demkî)