Heyder El´ebadî serok wezîrê Îraqê daxwaz ji civaka navnetewî kir ku”bi erkê xwe rabe û kar ji bo rawestandina pêşketina rêxistina DAIŞê li Sûriya û heta Îraqê bike “, û tekez kir ku :” DAIŞ ji nav xaka Sûriyê êrîşan dike li ser Îraqê”. Herwiha duhî Heyder El´ebadî ligel Bankî Mon Sekertêrê giştî yê Netewên Yekgirtî di pêwendiyeka telefûnî de rewşa Siyasî û ya ewlekarî li Îraq û li deverê û tevlî bizavên Netewên Yekgirtî bo alîkariya Îraqê bi hevre gengeşe kirin,. Hêjayî gotinê ye ku berî niha Hevbendiya Niştimaniya Sûrî wek nûnerê rasteqîn yê gelê Sûriyê, tekezî kirbû li ser pêdiviya biçekirin û rahênana Artêşa Azad, herwiha amadeya xwe dabû diyarkirin bo bibe hevparek di hevpeymaniya navdewletî ya dijî rêxistina DAIŞ, ne tenê ji bo jinavbirina wê, herwiha ji boyî rizgarkirina Gelê Sûriyê ji zordestiya rêjîma Esed ya ku dibe bingeha peydakirina terorê di deverê de.
(jêder: Ele´rebiya+Hevbendî).