Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rêjîma Esed têk diçe tevlî pirbûna tawanan û mukumkirina dorpêçkirinê û tevlî hemû hewlên wê ji bona bidestxistina her serkeftinekê bo bikaranîna wê di piropagendeya xwe de, nemaze ku rojev bi hemû bûyerên xwe ve û tevî ku karên mîlîşiyên beşdar diyar dikin ku rêjîm amade ye her tiştî di ber armancên xwe de bike.
Rêjîm hêç rêyekê nabîne ji bona paşxistina têkçûna xwe ji bilî tawankariyê û êrîşên hovane û bombebarankirina sivîlan bi bermîlên teqîner, ku di van demjimêrên dawiyê de bajarokê Zebedanê bi tevayî û bajarokên derdora wî têne armancekirin wek hewleka bêhêvî bo neçarkirina şoreşgeran li ser paşketinê.
Lewra Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide komelgeha navdewletî derbarê pêkanîna hêzên rêjîmê ji komelkujiyekê re derheq sivîl û dorpêçkiriyan, û hevdem perpirsyaretiya parastina sivîl û nişteciyan têxe li ser milê civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî berî ketina komelkujiyek weha, nemaze ku guhertin û pêşhatên bilez berpirsyartiyê têxe li ser milê hemû aliyan.
Salim Elmislt
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê
29 tîrmeh 2015