Berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit hişyarî da derbarê pêkanîna hêzên rêjîmê ji komelkujiyekê re derheq sivîl û dorpêçkiriyan li bajarokê Beqîn û yê Medaya li gundewarê Şamê, ku ev herdu bajarok gelek awareyên Zebedanê himbêz dikin, û hevdem perpirsyaretiya parastina sivîl û nişteciyan xist li ser milê civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî berî pêkhatina komelkujiyek weha, nemaze ku guhertin û pêşhatên bilez berpirsyariyê têxe li ser milê hemû aliyan.
Elmislit got ku ” Rêjîma Esed têk diçe tevlî pirbûna tawanan û mukumkirina dorpêçkirinê û tevlî hemû hewlên wê ji bona bidestxistina her serkeftinekê bo bikaranîna wê di piropagendeya xwe de, nemaze ku rojev bi hemû bûyerên xwe ve û tevî ku karên mîlîşiyên beşdar diyar dikin ku rêjîm amade ye her tiştî di ber armancên xwe de bike”.
Têzanîn ku hêzên rêjîmê û Mîlîşeyên Hizbulaha terorîst her ji 26 rojan ve dest bi oparisyonekê kirine li dijî Zebedanê ku bi hezarên narincok û mûşek û bermîlên teqîner hatine barandin , hevdem ku nikarîne hîç serkeftinekê li ser qadê bidest bînin, lewra bajarokê Beqîn ji xwe re kirine armanc û wê bi bermîlên teqîner bobebaran dikin, ku gelek awareyên sivîl têde dijîn herwiha agirbestek ligel rêjîmê hatiye bestin.
Ku hilîkopterên rêjîmê bajarokê Beqînê yê nêzîkî Zebedanê bi gelek bermîlên teqîner bombebaran kir, bo xistina fişarê û neçarkirina xelkê bajêr bo radestkirina xêzanên aware yên Zebedanê da wan wek peleke fişarê bikar bîne li dijî şoreşgeran piştî têkşikestina oparsiyona hovane û bidestnexistina armancên xwe bi dagîrkirina bajêr ya bi dirêjahiya heyvekê.
Hêjayî gotinê ye ku ev çend sal in bajarokê Beqînê agirbestek ligel rêjîmê girêda bû û gelek aware û koçber ji gundewarê Şamê têde dijîn û hejmara nişteciyan ligel koçberan digehe derdora 12500 kesî.
Elmislit got: “ku rêjîm hêç rêyekê nabîne ji bona paşxistina têkçûna xwe ji bilî tawankariyê û êrîşên hovane û bombebarankirina sivîlan bi bermîlên teqîner, ku di van demjimêrên dawiyê de bajarokê Zebedanê bi tevayî û bajarokên derdora wî têne armancekirin wek hewleka bêhêvî bo neçarkirina şoreşgeran li ser paşketinê”.
Jêder:Hevbendî