Daxuyaniyek Rojnamevanî
Nesir Elheîrî
Sekertêrê giştiyê Hevbendiya Niştimaniya Hêzên Şoreş û Rikaberiya Sûriyê
25 Êlûna 2014
Îro şeveqê, kampa penaberên Sûrî li Ersalê ya li rojhilatê Libnanê, rastî hilmeteka biserdegirtinê hat ji bal girûpeka artêşa Libnanê, û bi awayekî hovane nêzîkî 200 kesî desteser kirin bi behaneya hebûna hin daxwazkiriyan ji bal artêşa Libnanê di nav xêvetgehê de, û hin serbazên artêşa navborî agir berdan xêvetan, û di encamê de zarokekî jiyana xwe jidest da û gelek penaber tûşî bihinçikandinê bûn, ku piraniya wan jin û zarok bûn.
Bi navê Hevbendiya Niştimanî sersaxiya binemala zarokê şehîdbûyî dikim, û herwiha daxwazê ji Hikûmeta Libnanê dikim ku van destdirêjiyan diderheqê penaberên Sûrî bilez rawestîne, û daxwaza serbestkirina desteserkiriyan dikim, û herwiha daxwaza encamdana lêkonlînan li ser van destdirêjiyên têne dubarekirin dikim, û pêkanîna rêşûnên yasayî di derheqê berpirsyarên van kiryaran de, da ku careke din kiryarên weha dubare nebin.
Di dema ku em bi tundî van kiryaran şermezar dikin herwiha tekez dikin ku ev kiryar bi hîç şêweyî xizmeta hêminkirina rewş û baredoxan nake, berovajî vê çendê rewşê li tevahiya deverê aloztir dike, herwiha bal dikişînin li ser rola Hizublah di van tawankariyan de, nemaze di dema ku hêzên wê li ser eniyên şer di Sûriya de rastî şikestinan dibe, û hêjayî gotinê ye ku ev destdirêjî yekser hat piştî çend demjimêran ji pêşdeçûna artêşa azad li navçeya Elqelemon di hindur herdu bajarokên (Esal Elwerd) û (Elciba) yên nêzîkî Ersal.
Li gor bûyerên niha dibin, Hevbendî tekez dike, ku heger mîlişiyayên Hizbulah ji Sûriya nederkevin û rêzê li viyana gelê Sûriya û libnanê negirin li gora deqa biryara 2178 ya navdewletî, di wê demê de wê her hewl û bizav biser nekeve bo hêwirkirin û aştiyê û wê bêhûde û demkî be.
Herwiha sipasiya hemû Libnaniyan dikim, yên ku bi rastî û ji dil li aliyê penaberên Sûrî rawestiyan, ku ewin dîmenên rasteqîne ji gelê Libnanê re, û baweriya me bi wan xurt e ku wê alîkariya birayên xwe yên sûrî bikin di tengaya wî de de.