Yekîtiya Rêkxistinên Civaka Sivîl ya Sûrî û hemû Rêkxistinên Sûrî, Tirkî û Rêkxistinên Navnetewî civîneke awarte doh roja çarşembê li cîgehê Yekîtiyê li Stanbolê lidar xistin bi beşdariya Rêkxistina Can, ji bo dabînkirina pêdiviyên lezgîn ji bo kesên ku ji herêma kobanê hatine koçberkirin.
Birêvebirê cîbicîkirinê yê Yekîtiyê Mihemed Seîd xêrhatina amadebûyan kir û da xuyakirin ko: “Sedema civînê ew e, sosreta birayên me yên Kaniya Ereban (Kobanî) ko tê re dibuhûrin.” Û piştî axaftina birêvebirê Dibistanên “Can” Mihemed Hesen li ser destdirêjiyên Rêkxistina Daişa tirorist li Herêmê pêk tîne axivî.
Destnîşan kir ko: “55 Gund ji niştecihên wan vala bûne û dora 130 hezar derbederî berê xwe dane sînorê Sûriyê û Tirkiyê.”
Û Hesen kesên ko ziyan û bobelat hatine serê wan kirine 3 beş: beşê yekm li Ûrfa û Sirûc û piraniya wan li parkan radikevin û beşê diwem li hundirê sînorê Tirkiyê û bi taybetî Herêmên sînorî ji aliyê Sûriyê ve û piraniya wan li çolê radikevin û beşê din hêj li bajarên Sûrî yên dorpêçkirî ne û ew ji hemiyan bêtir ziyanê dibînin.
Mihemed Hesen bêtir got: “Piraniya derbideran Jin û Zarok û Kal û Pîri in û ew hewcedarî alîkariyên hawarçûnê yên lezgîn in.”
Herweha Şandeya Hevbendiya Niştimanî Sûrî bi serokatiya Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiyê serdana koçberên Kobanî kir li ser sînorê Sûriyê û ji Waliyê Sûriyan li Xazî Entabê xwestin “Giring e ko li kêleka xelkên Kobanî rawestin û alîkariyên pêdivî pêşkêşî wan bikin. ”
Ji aliyê xwe ve Waliyê Sûriyan li bajarê Entabê got ko Welatê wî ji bo alîkarîkirinê amade ye, digel ko hindek xerab di dema ko em derbaskirina koçberan hêsan û rê li ber wan vedikin, dixwazin ewlekariyê têk bibin. Û soz da ko “Desthilatên Tirkiyê dê pêdiviyên gerek ji xelkê re bi hevrêzî ligel komîta ko bi serokatiya Hisên Ebdullah ya ko Hevbendiyê ew daniye pêşkêş bikin.”
Jêder: Hevbendî