Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bombeyên boşeyî ew alavên ko dagîrkerên Rûsî ‘’ ji bo piştgiriya‘’ çareseriyê li Sûriyê bikar tînin. Firokên Rûsî bajarokê Mee’r Şorîn li gundewarên Idlib bombebaran kirin di encamê de 16 kes şehîd ketin piraniya wan jin û zarok û bi dehan kes birîndar bûn.
Roja sêşembê 19 çileyê pêşî êvarî çar firokên dagîrkerên Rûsî êrîş dane ser taxên niştecihan û malên sivîlan li nîveka bajêr, her weha firokên dagîrker êrîş dane ser du bajarokên derdorê, ev êrîş piştî du rojan ji kuştareke din bi bombeyên fosforî û yên napalmên sotinî yên qedexeya navdewletî ne li ser bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib di encamê de 17 kes şehîd û birîndar ketin, piraniya wan jin û zarok bûn.
Rêjîm û dagîrkerê Rûsî di siyaseta kuştina sivîlan û dorpêçkirina wan de berdewam in û çi navgîniya nahêlin û bikar nayinin tako operasiyona siyasî têk bibin ji wan jî tawankariyên cengê yên ko sivîlan amanc dikin û berdewam ya nav lê dibe kêmkirina pevçûnan binpê dikin.
Hevbendiya niştimanî vê kuştarê pirotesto dike û daxwaza tevgereke navdewletî dike ji bo tawankariyên Rûsya û rêjîmê rawestînin, Hevbendiyê got ko daxuyaniyên nûnerên dewletên kartêker tu fişarê nadin ser rêjîmê û rûsya, hem jî civaka navdewletî ji berpirsiyariyên wê yên yasayî û mirovî beraber rizgarkirina sivîlan û parastina şatî û ewlekariyê li Sûriyê nabuhirînin.
Hevbendî tekez dike ko danûstandin û çareserkirina siyasî di metirsiyeke rastî de ne û gerek civaka navdewletî û Encûmena Ewlekariyê piştgiriyeke baş bo parastina operasiyona danûstandinan dabîn bike û wê ji rewşa pûçbûnê derxîne û wê têke rewşa jidil û kartêker, û giring e biryarên navdewletî kartêker bibin yên bi binpêkirinan têkildar in û bi taybetî biryara Encûmena ewlekariyê 2268 û 2254 û dabînkirina çi yekê binpê bike dabîn bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
20.12.2017