NY careke din daxwaza rakirina bilez ji 500 kesên sivîl re ji Xûta rojhilat ya gundewarê Şamê kir.
Duhî roja çarşemê û di kongirekî rojnamevanî de, berdevkê sikirtêrê giştî yê NY, Istîfan Dogrîk li baregeha NY li Niyoworkê got ku rojane nûçe digehin me li ser êrîşên esmanî yên firokên şer li dijî Xûta rojhilat, û pêwîstiya hemwelatiyan ya bilez bi alîkariyên mirovî û rakirina nesaxan bo nexweşxaneyan heye.
Dogrîk zêdekir û got ku “zarokeke sava li 18’ê heyva çileyê pêşî jiyana xwe jidest da, bi sedema nexweşiyeke giran û tinebûna çareseriya pizîşkî ya pêwîst”.
Dogrîk diyar kir ku nivîsîngeha hemahengiya karubarên mirovî (OCHA) hest bi nîgeraniyê dike li hember rewşa hindur ya Xûta rojhilat a dorpêçkirî, û got ku NY dubare daxwaza raguhestina 500 nesaxên dorpêçkirî bi awayekî bilez dike.
Hevdem ku rijêma Esed raguhestina nesaxên Xûta rojhilat yên pêwîstiya wan bi çavdêrî û çareseriya pizîşkî heye ji aliyê NY red dike.
Herwiha ku navçeya Xûta rojhilat ji pênc salan û heta niha hatiye dorpêçkirin ji aliyê hêzên Esed û milîsên mezhebperist ve, û her ji destpêka çiriya pêşiyê ya borî ve, rastî êrîşên esmanî ji aliyê firokên şer yên hêzên Esed dibe, û têde gelek kes hatine kuştin, tevî wêrankirina avahiyên nişteciyên navçeyê.
Hevdem ku xwarin û derman bi dest xelkê dorpêçkirî û nemaze zarokan li Xûta nakeve, û ev yek bûye sedema zêdebûna têkçûna rewşa saxlemiyê li navçeyê, û her weha bi sedema kêmbûna derman û xwarinê zêdetir ji 16 zarokan jiyana xwe jidest dane.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî