Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Jêderekî berpirs ev daxuyanî da:
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, kiryara serbazên Libnanê di roja înê (6 Mijdarê) bi gulebarankirina kampa penaberên sûriyê li navçeya Ersal û kuştina sê jinên penaber şermezar dike.
Hevbendî nîgeraniya xwe dide xuyakirin li hember zêdebûna diyardeya tundutîjiyê li dijî penaberên Sûriyê, û herwiha li hember zêdebûna kiryarên girtin û desteserkirin û binpêkirinê yên tên encamdan ji aliyê damudezgehên ewlekarî û ji aliyên çete û dûvelankên rêjîma Esed û Îranê.
Hevbendî daxwazê ji Hikûmeta Libnanê dike bo vekirina doseya lêkolîna kuştinê ji ber ku Hikûmet berpirs e di ber parastina penaberan de, herwiha wê han dide ku bilez û kara bilive bo dadgehkirina encamderên binpêkirinan û perdeyê ji ser wî alî rake ger ew çi alî be.
Hevdem Hevbendî destxweşiyê li bizavên Rêxistinên hawarhatina Libnan û hêz û kesayetiyên siyasî yên piştgir ji miletê Sûriyê û mafê azadiya wî re dike.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
07 Mijdar/November 2015