Êvara îro roja şembiyê 07/11/2015 û li ser vexwendina Encûmena Xwecihî ya ENKSê li bajarokê Çilaxa û bi beşdariya şandeke sikrtariya giştî ya ENKSê, xwepêşandaneke mezin bi pişkdariya bihezaran xelkê Çilaxa li pêş Nivîsîngeha ENKSê birêket û çû ber bi şeqama giştî bi bilindkirina diruşm û siloganên redkirina îdîyolojîkirina rêbazên xwendinê û leşkeriya kotekî, lê çekdarên PYDê tevlî danîna rêbend û astengiyan li pêş xwepêşenderan li kolanên bajêr, xwepêşandan dorpêç kirin û rê li pêş dezgehên ragihandinê û midiyakaran girtin ji bo nehêlana wêngirtina xwepêşandanê û gefên desteserkirina amurên wan xwarin, her weha alîgirên PYDê di heman dem û cih de bi sazkirina xwepêşandaneke din bi bilindkirina wêneyên Ebdulah Ocilan rabûn, lewra Serokê Encûmena Xwecihî ya Çilaxa Ebdulazîz Mişo ji xwepêşandêran daxwaz kir ku vegerin pêşiya Nivîsîngeha ENKSê ji bona rastî xwepêşdana dijber nebin û got ku ev kiryar reftarên Be’is di bîra me tînin.
Paşî û li pêş Nivîsîngehê çend gotar hatin pêşkêşkirin ji wan gotara Beşar Emîn endamê sikrtariya ENKSê ku ji xwepêşendêran re tekez kir ku nameya ENKSê gihişt û têde sipasiya cemawerê navçeyê kir li ser aqilmendiya wan ku tevlîhevî di nav wan alîgir û çekdarên PYDê çênebûn, û herwiha kiryarên PYDê şermezar kirin û tekez kir ku xwepêşandana îro baştirîn nimûne û belge ye li ser riftar û kiryarên çewt û şaş yên PYDê.
Herwiha Endama Sikrtariya giştî ya ENKSê Fesela Yosif gotarek pêşkêş kir û têde cext li ser pabendiya ENKSê bi daxwazên miletê kurd kir ji bona bidestxistina mafên xwe yên netewî û demokratîk, û amaje bi kiryarên PYDê kir ku nakevin di xizmeta pirsa kurd û yekrêziya kurdî de, berovajî ku kiryarên wê bûne sedema ev rewşa xerab ya îro navçeya kurdî gihayê ji koçbarkirin û valakirin û bobilatên diltezên weku xenqandina di deryayan de û..
Piştî ku xwepêşandan bidawî hat û dema xwepêşander divegeran malên xwe çekdarên PYDê hin ji ciwanan girtin ji ber beşdariya wan di xwepêşandanê de, û hêjayî gotinê ye ku ev yek hat encamdan digel berdana hin gulle û fîşekan ber bi esman ji aliyê wan çekdaran ve..
Jêder : Hevbendî