Rêxistina Daiş ya tîrorist iroj şemiyê 37 Aşûriyên ku ji Gûndên bajarokê Til Temerê di heyva sibata bûrî de revandibûn serbest berdan.
Hin jêderên taybet ji peyamnêrê me re diyar kir ku kesên hatine berdan li parêzgeha Reqayê girtî bûn û radestî hêzên Sotoro hatine kirin.
Hêjayî gotinê ye ku 140 Aşûrî di nav wan de zarok û jin jî hene, hîn jî li cem Daiş girtî ne, li gor amarên rewangeha Aşûrî ya mafê mirovan.
Jêder: Hevbendî