Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

“Berî Bobelat Çêbibe”: Bangek Ji Bo Bihawarahatina Sûriyan Ve Berî Hatina Zivistanê

November 9, 2015
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
“Berî Bobelat Çêbibe”: Bangek Ji Bo Bihawarahatina Sûriyan Ve Berî Hatina Zivistanê

Rêkxistinên di biwara Hawarhatina Gelê Sûrî de kar dikin û Yekîneya Hevrêza piştgiriyê û Encûmena Xwecihî bangek ji bo hawarhatinê bi rengekî lezgîn “Berî Bobelat Çêbibe” da, li himber pêlên sermaya ko tê texmînkirin li Zivistanê çêbibin çareyê bibînin. Di çar salên buhirî de bi serê Penaberên Sûrî de hat û bi sedema sermayê bi dehan zarok û jin bûn qurbanî.   

Di Kongirê Rojnamevanî de îro sibehê li Istanbulê çend kesayetiyan ji wan Emîndarê giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanyarên Misilman Elî Qeredaxî û dozdarê misilmantiyê Selman Elode û serokê Dêra Ertedoks li Idlib Ibrahîm Fereh û serokê Yekîniya hevrêziya piştgiriyê Orhan Mihemed û Çalakvanê ragihandinê Hadî Elebdellah û Fermanberê Berevaniya Sivîl Raid Elsalih û Nûnerê Desteya cihanî ya hawarhatinê (insir) Hemza Elebdellah bangek dan.

Banga wan hişyarî da ko bobelata zivistana derbasbûyî dubare nebe. Dema bahoz bi ser herêmê de hat û bi dehan zarok û jin û kal û pîr di çadiran de ji dijwariya sermayê û kêmbûna alavên germkirinê û qutbûna rêyan bi sedema berfbarînê û lehiyan ko nikarîbûn alîkariyên mirovî bistînin, çi yên xwarinê û çi yên bijîşkî, jiyana xwe di encamê de jidest dan

Dr. Selman Elode doz li civaka navdewletî û Komelgehên xêrxaziyê û yên hawarhatinê kir ji bo piştgiriya Gelê Sûrî û bi taybetî derbider û penaberan bikin. Elode hişyar da ko dirêjbûna dema Şoreşê û ya qeyrana Penaberan gerek bêtir dewletên alîkar han dabana li ser hewarhatinê ne ko ji dana alîkariyan sar bibin.

Orhan Mihemed got ko Kampên Penaberên Sûrî li Bakur û Kampên Penaberên Sûrî li dewletên derdor bi hatina bahoza zivistanê ya yekem re di bin geha wêraniyê de ne. Bêtir got ko Penaber û derbider di rewşeke pir aloz de dijîn, çimkî kêmbûna alavên germkirinê û nebûna karînan, hem jî lawaziya rajeyan li Kampan metirsiyê bêtir dikin.

Mihemed destnîşan kir ko bikaranîna birçîkirin û nexweşiyê ji hêla Rêjîmê ve hat kirin û diyar kir ko Yekîneya Piştgiriyê di du salên buhirî de derbideriya 27hezar malbat di hundir de serjimar kirine û tenê di Eylûla buhirî de 25hezar malbat bi sedema bombebara Rûsî li ser malên niştecihan derbider bûne.

Her wiha Serokê Dêra Ertedoks li Idlib Ibrahîm Fereh doz li hemû Rêkxistinan kir ko komekên fişarê damezirînin ji bo piştgiriya Gelê Sûrî bikin, ber ko werzê Zivistanê bê û bobelat çêbibe. Ji bo dagirtina wê hewcedariyê hevkariya hemûyan bi hev re heye. Tekez kir ko bidawîkirina qeyrana Penaberan pêk nayê eger çareseriyeke siyasî ya dadmend neyê dîtin, ko vegera hemû Sûriyan li bajar û gundên wan dabîn bibe û rûmeta wan bête parastin

Çalakvanê Ragihandinê Hadî Elebdellah bang li hemû Rêkxistin û Dewletên Erebî kir ko pêşinde amadekariyên xwe ji bo bobelatê bikin da alîkariya Penaberên Sûrî bikin. Got ko derbeyên Rûsya çi bandor li aniyên şer nekirine û hêzên Rêjîmê buhistekê tenê jî bi pêş ve nehatine lê agirê wan 80% sivîl û cihên rajeyên giştî û yên tenduristî amanc kirine.
.
Elebdellah doz kir ko fişar li desthilata Libnanî bibe da destê Hizbullaha tirorist ji tawankariyên cengî di derheqê Penaberên Sûrî de bibire. Destnîşan kir ko hinek Penaberên Jin yên Sûrî li Libnanê di çend rojên buhirî de hatine revandin.

Fermanberê Berevaniya Sivîl li Sûriyê Raid Elsalih got bobelatê destpê kir gava doh Kampa Xirbet Elcoz li Gundewarê Idlib di bin ava barana pir de ma. Diyar kir ko êrîşên Rûsya qeyran mezintir kir. Elsalih diyar kir ko ewê bi hemû Rêkxistinên hawarhatinê re kar bikin ji bo li himber bahozan hevrêziyê bikin.

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Anlay: Bêtirîn Kes Ziyan Ji Şerê Esed dijî Milletê Sûrî Gihaye Wan Jin In

Anlay: Bêtirîn Kes Ziyan Ji Şerê Esed dijî Milletê Sûrî Gihaye Wan Jin In

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.