Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku hemû civîn û hevdîtinên şanda wê li Biroksilê paytexa Beljîka eşkere hatin lidarxistin û li pêş dezgehên ragihandinê bûn.
Herwiha Hevbendî diyar dike ku hemû civînên wê bi Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demokratîk re bûn, û tev ji bona çalakkirina karê hevbeş û bihêzkirina hevkariyê di navbera herdu aliyan de bûn, û piştgiriya binyatên berjewendiya gelê Sûriyê li ser ava dibe, û rêkeftin li ser hin xalên hevbeş yên hatin di daxuyaneyeke hevbeş de li dawiya civînên herdu aliyan de di rojên 13 heta 15’ê cehzerana 2016an de.
Li dawiyê ku hîç rastiyeke ji van nûçeyan re li ser hevdîtinên nehênî nîne, û şanda Hevbendiyê çi hevdîtin digel PYD’ê yan her aliyeke bi ser wê ve nekiriye.
Nivîsîngeha Ragihandinê
17 hezîrana 2016