Agahnameyeke Rojnamrvanî
Xalid Elsalih
Serokê Hevbediya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikberiya Sûrî
14.09.2014
Alayên Artêşa Sûrî ya Azad şerên tund li dijî Hêzên Elesed li parêzgeha Elqunêtira dike,Şerê dawiyê “Felmuxîratî Subha” yê ko Şoreşgeran ev nav lê kir ji bo berdewamiya Şerê “Elwe´id Elsadiq”
Yê ko bi wî gelek cihên Stratîcî buhûrandine, û wisa dibe ku 75% ji Gund û Bajarokên Parêzgeha Qunêtira bidest xistine, lê hêj Hêza Elesed di bajarê “Elşuheda” û ”Xan Ernebê” de ne.
û pêşveçûna Şoreşgeran li Qunêtira berdewam e ber bi Gundên Bakurê Rojava yê Deraa ve, bi hevkariya Alayên Artêşa Azad yên li wir bi amanca ko dorpêçê ji ser Xûta Rojava rakin û wê di rêya Qunêtira re bi Deraa ve girê bidin.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî qehremaniya Şoreşgeran û serkeftinên wan li Parêsgeha Qunêtira û Deraa bilind nirxand, û got ku emê digel wan bin heta em buhusta dawî ji Xaka Sûriyê rizgar bikin, û em tekez dikin ko Artêşa Sûrî ya Azad tenê ew dikare Sûriyê ji nav lepên Rêjîmê û Rêkxistina Dewleta Islamî rizgar bike, û em ji Civaka Navnetewî daxwaz dikin ko bêtir piştgiriya Şoreşgeran bike da bikaribin amancên miletê Sûrî di azadî û dad û rûmetê de misoger bikin.