Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan duh raportek bi navê ” Holokosta Sûrî: Şaxê 215″ li ser rewşên işkenckirinê û kuştinê ku li şax dibe der anî. Li gor navendê, şaxê 215an bi tenê bêtirî 7500 girtî tê de hene, tudtirîn awayên işkenckirina hovane li ser wan bikar tê. Toreyê zêde kir: ” Tev ku 4 şaxên asayişan yên sereke hene ew jî ev in: Asayişa Asîmanî, Asayişa Leşkerî, Asayişa Giştî û Asayişa Siyasî, lê dijwartirîn operasyonên işkenckirinê li hindirê şaxê Asayişa Asîmanî, û şaxê Asayişa Leşkerî de çêdibin, û şaxê 215an jî bi wan ve girêdayî ye “.
Tê destnîşankirin ku raportê bi awayekî sereke piştgermî bi hvdîtinên rûberû, yan di riya telephonê re bi kesên ku ji girtinê rizgar bûne çi jin çi mêr. Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan ji hebûna wan di hindirê şaxê 215an tekez bû, û got: ” Ew ê ji dora 65 dîdevaniyan, nêzî 11 dîdevanî hilbijartin, wan jî zanyariyine cuda dan, navê dîdevanan li gor daxwaza wan ji bo rewşên ewlekarî hatiye guhertin, ji ber gelek ji wan hê di hundirê Sûryayê de ne”.
Jêder: Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan