Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî rêz û sipasiyê ji Hikûmeta Keneda re dişîne li ser bizavên wê yên ji penaberên Sûriyê re dike, û tekez dike ku pêwîste bizavên xwe duqat bike ji bona piştgiriya pirosêsa veguhestina siyasî li Sûriyê, bi awayekî ku bête gerantîkirin ku hîç rola Esed nebe, ne di qonaxa veguhêz de û nejî di paşeroja Sûriyê de.
Hevdem Hevbendiya Niştimanî li bîr tîne ku piştgiriya fayîlê xwendinê û yê pizîşkî, û herwiha piştgiriya fayîlê mirovî û nemaze mijara gihandina alîkariyên mirovî bona navçeyên dorpêçjirî û serbestberdana girtiyan,pir giring in û di serê lîsteya pêwîstiyan de ne, û herwiha cext li ser giringiya cudakirina mijarên siyasî ji yên mirovî dike, û giring e xweşkirina rewşa jiyana mirovî nekeve di nav mercan de, û mijareke bivê-nevê be û ne cihê danûstandinê be.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku pirojeyê “rawestandina karên dijminkarî” yê ku hatî di rêkeftina di navbera Amerîka û Rûsiya de, wê hîç nirxek nebe ku nebe deriyek bo veguhestineke siyasî ya rasteqîn ku dawiyê li hikumraniya stemkar û diktatorî bîne û xwestekên gelê Sûriyê ji bona bidestxistina azadî û rûmeta xwe dabîn bike.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
25 Reşemeh 2016