Daxuyaniyek Rojnamegerî
Salim Elmislit
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûrî
10 Çileya Paşîn 2015an
Bi navê Hevbendiya Niştimanî germtirîn spasî bo hemû dewletên bira û heval, û di serî de Komara Tirkî, Erebistana Siûdî, Qeter, Dewleta Mîrneşînên Erebî yên Hevgirtî, dewleta Kiwêt, û Emirîka, pêşkêş dikim, ku di gaziya banga hawarçûnê ve hatin, banga berî du rojan serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ehmed Tu`ima û Seroka Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê Suhêr Eletasî dabûn bo bihawarhatina Milletê Sûrî ve û alîkariya wî di rûbirûbûna pêla serma dijwar ku dever daye ber xwe. Dibînim pir giring e ku ez di bîr bînim ku zehmetkêşiya koçberên hindirê Sûrî û penaberên li dewletên cîran di bin siya kêmbûna gelek keresteyên sereke û pêwist bo rûbirûbûna rewşên seqayî yên dijwar berdewam e, mîna çandir, alavên germkirinê, sotemenî, û cilûberg. Di rojên bûrî de û li gor Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan mirina 11 kesan ji wan 7 zarok ji ber serma dijwar hate belgekirin, ev yek mezinbûna karesatê diyar dike, bêguman beşdariya dewletên cîhanê yên mayî dixwaze bo bihawarhatina milletê Sûrî ve, ji ber Sûrî wek Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî ragihand dewletek ” Bobelatlêbûyî” ye. Spasiya xwe ji dewletên ku beşdarî di rahiştina beşekî ji zehmetkêşiyan nû dikim, ew zehmetkêşiya ku wê neqewimiya ger ne ji kiriyarên rejîmê ên tawankar ba, wek herifandina malan û koçberkirina welatiyan, herweha spasiya hemû welatên mêvandariya penaberên Sûrî kirin dikim,û tekezî li ser pêwistiya aktîvkirina biryara Encumena Ewlekariyê nemre 2165 bo derbaskirina alîkariyan bo deverên dorpêçkirî mîna taxa We`ir li Humsê û Xûta li Gundewarên Şamê.