Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî teqîna ko Mizgefta Elî Bin Ebî Talib li bajarokê Elqidêh li Parêzgeha Elqitêf doh roja Înê di dema nimêja nîvro de ku bû amanca tiroristan pirotesto kir. Hem jî rawestana xwe li kêleka Siûdiyê û miletê wê tekez dike.
Miletê Sûrî bi hemû pêkhatiyên xwe kirêtiya kirdeyên tiroristî û tawankarî dizanin. Bi taybetî ew yên ko Sivîlan bi tewşî amanc dikin û bi mebesta têkbirina aramî û hêminiyê û gêreyê çê bikin, hem cihbicihkirina ramanên ew kesên xwedî idyolociyên regezperest dikin.
Ez bi navê Gelê Sûrî sersaxiyê ji xwedanê şehîdan re dixwazim û bi hêvî me birîndar saxlem bibin. Baweriya Hevbendiyê bi zanîna qeral Selman bin Ebdulezîz heye.
Û pêvajoya Erebistana Siûdî di beraberiya tiroristiyê de bilin dinirxînin. Rêkxistinên tirorist wek Dewleta Islamî û yên sînoran derbas dikin têkçûna wan bi çareseriyên lezok û demkî nabe.
Lê belê divê qebareya bobelatê bête naskirin, û giring e li ser asta cîhanê li dijî tiroristî û tawankariyê bê rawestan, da nehêlin bêtir qurbanî biçin.
Dilovaniya Xwedê ji bo Şehîdan
Em Tev Yên Xwedê Ne Û Her Em Dê Lê Vegerin
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Salim Elmislit
23 Gulanê 2015