Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hin kesên nenas di roja pêncşembê 21 gulana 2015an de, Baba Yaqûb Murad serokê rehbaniya Dêra Mar Mûsa Elhebeşî û Dêra Mar Aliyan ji cihê rûniştina wî di Dêra Mar Aliyan de li bajarê Elqereytên yê ser bi parêzgeha Humsê ve revandin.
Em di Hevbendiya Niştimanî de vê tawanê şermezar dikin û hevdem em daxwaza serbestberdana wî û tevaya revandiyên Sûriyê dikin û daxwaza gerantiya saxî û selemetiya wan dikin.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku wê destê dadmendiyê nêzîk yan dûr wê bigehêje wan hemû kesên li pişt van kiryaran radiwestin û herwiha yên piropagendeyan ji wan re dikin, hevdem Hevbendî daxwaza hevkarî û hevgirtinê ji tevaya Sûriyan dike û rawestana li hember her aliyekî hewl dide bo çêkirina tevlîhevî û fitneyên olî û her aliyekî ziyanan bighîne piransîp û pêmayên pêkevjiyana hevbeş, herwiha daxwazê ji hemû hêzên çekdar dike bo dabînkirina parastina sivîlan û gerantiya sazî û saxlemiyê û bêalîkirina wan di hevrikî û şer û pevçûnan de.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
23 gulanê 2015