Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî teqîna terorîst ya îro sibehê li bajarê Stembolê çêbû şermezar dike. Herwiha sersaxiya kesukarên qurbaniyan û daxwaza saxiyê ji birîndaran re dike, hevdem rawestana xwe li kêleka Tirkiyê li hember kiryarên terorîst yên ewlehî û seqamgêriyê armanc dikin tekez dike.
Miletê Sûriyê bi xwe bêhtirîn milet e ku hevparê hest û nestê xembariya qurbaniyên terorê ye, û ew ji her miletekî bêhtir têdigehe bi qebarê hovîtiya van tawanan, nemaze ku ew bi xwe û rojane û bi dirêjahiya çend salan tûşî terora rêjîma Esed û girûpên terorîst yên ser bi wê ve dibe.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
7 cehzeran 2016