Daxûyaniyek Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî bi tundî bikaranîna Rûsya ji mafê redkirinê ” Vîto” re li dijî pirojebiryara nûkirina mîkanîzma vekolîna hevbeş di navbera Netewên Yekbûyî û rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî şermezar dike.
Ev cara dehemîn e hevalbendên rêjîma dijminkarî û kuştin û stemkariyê pabendiyê bi piştgiriya wê dikin, di heman dema ku hevalbendên yasayê û mafê mirovan û dîmoqrasiyê nikarin karînên xwe kartêker bikin, û hîn jî şêweyê karê wan bêkarîniya wana diyar dike li hember astengiyên Rûsî, û wan astengian dikin wek behaneyekê ji bo têkevin warê çavdêrên ku tenê mixabiniyê bidin xuyakirin bêyî ku ti karên birastî ji bo rawestandina wan tawanan bikin.
Hevbendiya Niştimanî ji Netewên Yekbûyî dixwaze ku benda 21ê ji biryara Encûmena Ewlekariyê ya numere2118 ya sala 2013an kartêker bike, ya ku dibêje divê rêşûnên li gor benda 7an ji belgenameya Netewên yekbûyî ferz bibin, eger careke din çekên kîmyayî li Sûriyê bên bikaranîn, li gor rapora dawî ya komîta vekolînê ya hevbeş ku dabû Encûmenê di 26 çiriya pêşî 2017 de, tekez kiribû ku rêjîma Esed di ber kuştara Xan Şêxûn de ya ku bû sedema kuştina 87 kesan di destpêka nîsana bûrî de berpirsyar e.
Û di dema têkçûna rêxistina navdewletî di parastina ewlehî û aştiya navdewletî bi dirêjiya 7 salan li Sûriyê, Hevbendiya Niştimanî nerazîbûna xwe ji rewaya mafê redkirinê Vîto tomar dike, ew Vîtoya ku ji dema Netewên yekbûyî hatiye damezrandin de ji bo mafê gelan û parastina wan bikar nehatiye, lê bi tenê ji bo parastina dagîrkerî û stemkarî û tewankariyê bikar hatiye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
17 çiriya paşî 2017