Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi qehremaniya ko Şoreşger li parêzgeha Hema û Idlibê pêk tînin da xuyakirin. Û bi rêz û hurmet li ber xweragirî û qehremaniya wan di têkbirina êrîşên Esed û Çeteyên Îranî li ser gelê Sûrî radiweste.
Her wiha emê li pişta wan bin heta buhista dawî ji xaka Sûriyê rizgar bikin.
Serkeftinên peyapey yên ko Qehremanên Artêşa Sûrî ya Azad li bakur û başûrê Welat û li hemû aniyên şer pêk tînin, dilê mirovê Sûrî xurt dike ko wê azadiya xwe bidest bixe.
Em di Hevbendiya Niştimanî de tekez dikin ko Artêşa Azad ew tenê dikare Sûriyê ji nav pencên Esed û Rêkxistina Dewleta Îslamî rizgar bike. Êdî em dozê li Civaka Navdewletî dikin ko piştgiriya xwe ji Şoreşgeran re zêde bike, da bikaribin armancên Gelê Sûrî di azadî, rûmet û dadweriyê de misoger bikin.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko cenga rizgarkirinê berdewam e da hemû deverên Sûriyê tevlê bibin, ew soz dide ko bizavê bike ji bo bigihê çareseriyeke siyasî ko armancên gelê Sûrî dabîn bike û rijandina xwînê rawestîne, da Sûrî karibin çekan bavêjin û Sûriya paşerojê ava bikin.
Berdevkê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Salim Elmislit
23 Nîsana 2015