Daxuyaniyek Rojnamegerî
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî koçkirina serkirde Zehran Ellûş Serokê Artêşa Islamê, û birrek ji şoreşgerên serkirde ji we re radighîne, ku îroj di tawaneke xedrê de, firokeyên Rûsî ên dijmin li Gundewarê şamê pêk anîne.
Ev tawan armancên êrîşên Rûsî ji welatê me re diyar dike, ku yek jê piştgiriya tirorê û rejîma zordar e, qirkirina hêzên şoreşê yên netundrew, piştî çend rojan ji kongirê hêzên şoreşê û hevrikiyê li Riyad, ku tê de pabendiya bi çareya siyasî hatibû tekezkirin, û hêzên leşkerî yên beşdar imze kiribûn, û Artêşa Islamê ji wan bû.
Tiştên ku Rûsya dagîrker îroj pê radibe, bi lêdan û qelskirina yekîneyên Artêşa Azad a ku şerê tirorê kir û ew ji hev xist, xizmetek diyar ji tirorê û rêxistina Daişê re ye. Û hewldaneke diyar e bo beravêtîkitrina karên Netewên Yekbûyî ye , yê vegera li pêvajoya çareya siyasî , û tekez dike ku rewş ber bi gurkirinek tirsnak de diçe , pêkanîna operasyonin kuştinê yên berfireh, û ev yek vajî helwestên wê û erêkirina wê ya cihê gomanê li ser biryara Encumena Ewlehiyê ya nemre 2254 e.
Hevbendiya Niştimanî ji Civaka Navdewletî û Encumena Ewlehiyê dixwaze ku vê tawanê şermezar bikin, ji ber ew binpêkirinek ji biryara nemre 2254 re ye, û herfandinek ji rastgoyiya dewletên li ser emze kirine re ye.
Herweha ji Desteya Bilind ya gutubêjkirinê dixwaze ku civînek bilez lidar bixin ta li ser helwest û encamdanên wê rawestin, û biryarên piştî tawankariyên dagîrkerên Rûsî dijî sivîlên Sûrî û gurkirina wan bi awayekî tirsnak werin stendin.
Hevbendî sersaxiyê ji malbatên şehîdên di vê êrîşa xedrê de jiyana xwe ji dest dan re dixwaze, tevlî 11 şehîdê îroj li nexweşxaneya Izaz ya niştimanî.
Tawanên dagîrkeran di hewldana destavêtina şoreşa milletekî ku ji bo azadiya xwe têkoşîne dike biser nakevin, wê xetîra şoreşê vêxistî bimîne ta armancên xwe pêk bîne, û kesên ku bi kêrî milletê me nehatin nas bikin ku – bi saya xwedê- dawiya dagîrkirin û zordariyê heye.
Dilovanî bo şehîdan, saxî ji birîndaran re û azadî ji dîl û girtiyan re
Bijî Sûrya, û bijî milletê wê azad û serfiraz.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûrî
Nivîsgeha Ragihandinê
25 Çileya Pêşîn/ Dîsember2015