Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî, koçkirina serkirde Zehran Ellûş Serokê Artêşa Islamê, û birrek ji şoreşgerên serkirde radighand, ku duh, Înê di tawaneke xedrê de, firokeyên Rûsî ên dijmin li Gundewarê şamê pêk anîne.
Hevbendiyê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku ew tawan armancên êrîşên Rûsî ji welatê me re diyar dike, ku yek jê piştgiriya tirorê û di serî de rejîma Esed ya tawankar e, qirkirina hêzên şoreşê yên netundrew, piştî çend rojan ji kongirê hêzên şoreşê û hevrikiyê li Riyad, ku tê de pabendiya bi çareya siyasî hatibû tekezkirin, û hêzên leşkerî yên beşdar imze kiribûn, û Artêşa Islamê ji wan bû.
Hevebendiyê tekez kir ku tiştên ku Rûsya dagîrker îroj pê radibe, bi lêdan û qelskirina yekîneyên Artêşa Azad ên ku şerê tirorê kirin û ew ji hev xistin, xizmetek diyar ji tirorê û rêxistina Daişê re ye. Û hewldaneke diyar e bo beravêtîkitrina karên Netewên Yekbûyî ye , yên vegera li pêvajoya çareya siyasî , û tekez dike ku rewş ber bi gurkirinek tirsnak de diçe , pêkanîna operasyonin kuştinê yên berfireh, û ev yek vajî helwestên wê û erêkirina wê ya cihê gomanê li ser biryara Encumena Ewlehiyê ya nemre 2254 e.
Hevbendiya Niştimanî ji Civaka Navdewletî û Encumena Ewlehiyê xwest ku vê tawanê şermezar bikin, ji ber ew binpêkirinek ji biryara nemre 2254 re ye, û herfandinek ji rastgoyiya dewletên li ser emze kirine re ye.
Herweha ji Desteya Bilind ya gutubêjkirinê xwest ku civînek bilez lidar bixin ta li ser helwest û encamdanên wê rawestin, û biryarên piştî tawankariyên dagîrkerên Rûsî dijî sivîlên Sûrî û gurkirina wan bi awayekî tirsnak werin stendin.
Hevbendiyê daxuyaniya xwe wisa bidawî kir:” Tawanên dagîrkeran di hewldana destavêtina şoreşa milletekî ku ji bo azadiya xwe têkoşîne dike biser nakevin, wê xetîra şoreşê vêxistî bimîne ta armancên xwe pêk bîne, û kesên ku bi kêrî milletê me nehatin wê nas bikin ku – bi saya xwedê- dawiya dagîrkirin û zordariyê heye.”.
Jêder: Hevbendî