Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, pirotestokirina xwe ji zêdegaviya girtina ser Nivîsgeha rojnameya Elşerq Elewset li Beyrûtê û gêrekirin û têkdana kelûpelên wê tekez dike, û dibîne ko ev destdirêjî li ser azadiya derbirrînê û hewldanek ji bo devgirêdanê ye.
Tê zanîn ku Libnan ji berê de cihê bînvedana ramanê ye, û jêdera hêviyên xwedanên gotina azad e, tevî hewldanên berdewam ji aliyê rêjîmên stemkar û milîtanên têr çek, ji dehên salan de, ku evê ezmûneyê têk bibin û ji kok ve hil bikin.
Ev şepêla qedexekirin û astengkirin û dijminkariyê li dijî azadiya raman û derbirrînê bi serpereştiya rêjîmine zordar û milîtanên ko ji piralîbûnê ditirsin dike, ew nagihêne amancên xwe û dê her têkçûn çarenivîsa wan be.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
03.nîsan.2016