Encumana Niştimanî ya kurd li Sûriyê, îroYekşemê 3 Nîsanê, li bajarê Qamişlo civata xwe ya normal lidar xist, di dawiya civatê de kongirekî rojnemvanî lidar xist, têde serokê ENKS Ibrahîm Biro giringtirîn mijarên ku di civatê de hatin gengeşekirin ji alavên ragihandinê re diyar kirin.
Danûstendinên Cinêv yekemîn mijar bû ku Biro li ser axivî û got” Encumana Niştimanî di danûstendinên Cinêvê de wê berdewam be, weke beşekî ji Hevbendiya Sûrî û Desteya Bilind Ya Danûstendinan, lê divê pirsa gelê kurd li Sûriyê li ser maseya danûstendinanê hebe” .
Her wiha Biro di kongirê rojnamevanî de, bal kişand ku ENKS hin peyam ji desteya bilind ya dan û stendinanê û şanderê Netewên Yekbûyî Stîvan Dîmistora re şandine, da ku pirsa kurd li Sûriyê neyê paşguhkirin.
Der barê daxuyaniyên Es′ed Elzu′bî serokê şanda danûstendinan, Biro diyar kir ku ew li ser biryara xwe ya dûrxistina wî ji serokatiya şandê rijd in.
Biro bi tundî kiryarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD yên dawî, bi taybet nivîsên li ser dîwaran der heqê serkirdeyên ENKS şermezar kirin.
Tê zanîn ku civata Encumana Niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS, di 25 heyva bûrî de destnîşankirî bû, lê bi sedema hin piresgirêkên rêxistinî hat paşxistin.
Jêder: Hevbendî