Dîroknivîs û zanyara arkolojî ya Ferensî Anî Sarter Forya, got ku bajarê Tedmurê yê şûnwarî girawek e di destê Beşar Esed de di lîstika wî ya bi rojavastanê re, û weha jî got:” çi cara Esed devê xwe vedike û diaxive, derewan dike”.
Û di axaftineke wê de bi radyoya Dengê Almanya re, pispora arkolojî ya taybetmend bi şûnwarên Sûriyê yên Tedmurê ji berî 40 salî de, da xuyakirin ku ” dema Beşar Tedmur bi destê DAIŞê ve di tîrmeha 2015an de berda, ew pîlaneke siyasî ya rêbazkirî bû, da ku welatên rojavastanê alîkariya wî di şerê DAIŞê de bikin”, û tekez kir ku hêzên wî yên agahîxwaz yên asîmanî didîtin ku hêzên daişê li çola Tedmurê pêşde tên, bêyî ku ew tiştekî bikin”.
Û Foriya amaje kir ku hêzên Esed li şûna ku êrîşî DAIŞê bikin, Heleb bi bombeyan armanc kirin, û weha jî got:” û ana jî heman rewş dubare dibe, ji ber ku Esed di kişandina Rûsiya û Hizbullah de bo şerê DAIŞê li kêleka wî ji bo rizgarkirina Tedmur biser ket, û niha ahengan ji bo wê rizgarkirina lidar dixe”.
Û bal kişand ser ku hêzên Esed di dema salên şoreşê de, Keleha Tedmurê dagîr kir, û gelek ziyan wê çaxê pêk anîn, û mûşek û bombe avêtin Bajêr, û bû egera ruxandin û wêranbûna hejmareke mezin ji stûn û dîwaran, û nîşan dan ku Esed “gor” vekirin û talan kirin û bi rêyên nerewa têştên di wan de firoton, û tirsa xwe anî ziman derbarê mana Esed di Tedmurê de , ji ber ku heye ew wêrankirina bajêr tamam bike, û zilamên wî careke din li talankirinê vegerin”.
Û careke din berdewam kir û got:” ez diznim ku dezgehên ragihandinê bi çavekî erênî li destdanîna Esed li ser Tedmurê nerîn, vegera Tedmurê careke din di bin destê Esed de nayê wateya ku ceng bidawî hat, lewra der barê Tedmurê ez ne çakbîn im”, û rijdî diyar kir li ser giringiya pêkanîna aştiyê û hêminkirina deverê , berî ku ramanên jinûavakirina bajêr û çareserkirina şûnwaran bên pêşkêşkirin .
Û Foriya got:” çi cara Esed devê xwe vedike û diaxive, derewan dike. Ez Rêjîmê ji berî 40 salî de nas dikim. Dema ez di sala 1971 giham Sûriyê, û min têkilî bi rêjîma Bav û paşre ya Kur re kirin, û paşre piştî despêka şoreşê sala 2011 li Sûriyê, min Beşar Esed wek xapînoker û hîlebazekî mezin nas kir”.
Her weha tekez kir ku li Sûriyê ” diktatoriyetek Mafyawî”heye, û nîşan dan ku aramaca tekane ji rêjîma Esed re mana li ser Desthilatê ye, û Sûriya bimîne wek ku ew dixwaze, ji ber ku ew wê dibîne milk û malê xwe, û weha berdewam kir:” ew amadeya her tiştî bikie, ne pirsgirêk e ji wî re dema komkujiyekê pêk bîne û 300 hezar mirov bibin qurbanî, an jî bi melyonên kesan penaber bike, û xelkê di zindanan de eşkence bike û wan bikuje”.
Û bi vê gotinê axaftina xwe bidawî kir:” dema ku careke di danûstandin pê re dest pê bikin, divê kesên dan û standinê pê re bikin zanibin ku ew bi Şeytan re li ser heman maseyê daniştî ne”.
Jêder : Hevbendî