Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, ji Erebistana Siûdî xwest ku bi sedan malbatên Sûrî yên li Sûdanê asê mane rizgar bike, piştî ku konsulxaneya rijêma Esed pasporên wan birine, ji ber balyozxaneya Siûdiyê ji wan xwestiye ku pasportan radestî nûnerê rijêma Esed bikin, ji bo kontrolkirina pasporan û temamkirina veguhastina wan bo Erebistana Siûdî, lê nûnerê rijêma Esed pasaportên wan desteser kirine, û pêwendî bi amûrên rijêmê yên Ewlekarî re kiriye, da ku bi sedên malbatan veguhezînin Şamê, berovajî tiştê ku li ser hatiye lihevkirin.
Hevbendiya Niştimanî balê dikşîne ser pêwîstiya destwerdana bilez ji aliyê Erebistana Siûdî û rêkxistinên mafên mirovan ve, ji bo rizgarkirina bisedan malbatên aware bi sedema tawanên rijêma Esed, ya ku bi rêya şandê xwe hewl dide ku wan neçarî vegera deverên di bin kontirola xwe de bike, û ev yek xelkê dixe bin metirsiya girtin, îşkencekirin û leşkerkirina wan bi neçarî di nav rêzên hêzên Esed yên tawankar de.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji Komîseriya Bilind a Netewên Yekbûyî ya Karûbarên Penaberan dike ku berpisyariyê hilgire ji bo veguhestin û peydakirina alîkariyê ji bihezaran Sûriyên ku li deverên pevçûnan li Sûdanê asê mane re, û xwest ku bi awayekî cidî û rasterast serederiyê bi vê bûyera ku bi sedên malbatan tûşî xapandinê kirine bike, di qonaxa berî veguhestina wan ji Sûdanê ji ber aloziyên leşkerî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
29 nîsan 2023