Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê biryara dadgeha bala ya Mecerê, ya derbarê bêsûckirina wênekêşeke jin ya sala 2015ê li pêşberî kamîreyan ziyan gihandibû penaberekî Sûrî red dike.
Tev li tekezkirina dadgehê bo bêsincbûna kirdeya rojnamevana jin Bêtra Lazalo; lê ew bêsiza azad berda, û ev awa dihêle kiryarên nijadperestî dijî penaberan bêtir bibin.
Gerek dadgehê siza cîbicî bikira, û biryar daba ko ew tawankarî bû derheqê penaberan yên zarok jî di nav wan de hebûn, û nehişta kirde bêsiza derbas bibaya, ji ber ew dijî peymanên Cinêvê û yasayên danûstandina bi penaberan re ye, li gora yasaya navdewletî û ragehandina cîhanî ya mafên mirovan.
Gerek ev bêsûckirin cihê pirotestokirinê ba ji hêla dewleta Mecer û dezgehên mafnasiyê û mirovîniyê, ko ew gihandina zinyanê bo penaberan bêsûc dike, û divê ew dadgeh berpirsyariya biryarê hildigire, derbarê metirsiyên ko hêj dibe lidijî penaberan bibin.
Lazlo bi mebest eylûla 2015 lingê xwe da ber penaberekî Sûrî û ew li erdê da, gava ko lawikê wî li ser destê wî bû û baz dida, û di pey re nêzîk sînorê Mecer û Sirbiya pehîn li zarokeke din da.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Ragehandinê
01.11.2018