Rêkxistineke mafnasiyê ya xwecihî daxwaza dadgehkirina simbolên rêjîma Esed yên ko tawankariyên cengê li Sûriyê kirine kir, da ji sizayê rizgar nebin, û ruhnî daye ser 70 kesayetiyên rêjîmê, ji wan jî Beşar û birayê wî Mahir Elesed û Elî Memlûk û Cemîl Elhesen.
Li jêr silogana “ Ti rewaya tawankaran tune ye”, rêkxistina “digel dadweriyê” bi kampaniyekê rabû bo sizakirina tawankarên cengê û yên mafên mirovan li Sûriyê binpê dikin, û nehêlin rêjîm û simbolên wê dîsa biser bikevin, çimkî rêjîm berpirsiyara piraniya tawankariyan e li gora raportên ko rêkxistinên mafnasiyê yên navdewletî anîne ziman.
Rêkxistin kar dike ji bo pirnasîba sizakirinê cî bigire, û nehêle tawankarên cengê û yên mafên mirovan binpê dikin ji sizayê rizgar bibin, di civakên ku tuşî şerê navxweyî bûne an jî yên bobelatên xuristê li wan çêbûne an jî nû jê derketine, û bi taybetî dewletên rojhelata navîn û di serî de Sûriya, li gora ko di daxuyaniya xwe de aniye ziman.
Rêkxistinê diyar kir ko ew destê hevkariyê didin hemû rêkxistinên mafên mirovan û yên bi rewşê ve têkildar in, ji bo dengê xwe li dijî rizgarkirina ji sizayê bilind bikin, û wan bang li raya giştî kiriye ji bo bizavên rizgarkirina ji sizayan têk bidin.
Rêkxistina ‘’Digel dadweriyê‘’ di destpêka çêriya pêşî ya bûrî bi kampaniyekê li jêr navê ‘’lîsteya reş ‘’ ya ko tawankarên cengê aşkere dike, û dosyake taybet bi her tawankarekî belav kiriye, li ser danasîna wî û tawanên ko kirine an jî yên ko çavdêrî li cîbicîkirina wan kiriye, û lîsteyên sizayên navdewletî yên ku navê wî di wan de heye.
Ev hefiyeke kampanî dosyayên bi zamanê Erebî û Ingilîzî belav dike, ku di rojên bûrî de dosya li ser Beşar, Mahir Elesed, Zuhêr Elesed, Fehed Casim Elfirêc , Elî Ebdelah Eyûb, Elî Memlûk, Cemîl Hesen, Mihemed Dîb Zeytûn, Ebdilfetah Qudsiyê, Telal Mexlûf û cemal Yûnis û hinên din belav kiribûn.
Kampanî dixwaze 70 kesatiyên ewlehiyê û yên siyasî û tawankariyên cengê derheqê miletê Sûrî de kirine naskirin bide, wek destpêkekê ji bo sizakirina wan da nehêle ji sizayê rizgar bibin.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî