Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Em di Hevbendiya Niştimanî de biryara Encûmena Ewlekariyê ya taybet bi Yemenê bi xweşhalî pêşwazî dikin. Ew bizav û karên jidil yên ko Dewletên bi biryarê rabûne biser ketin, Çi nakokiyên ko bi dewletên Encûmenê re hebûn çareser bûn, Û çi pêşinyaz û têbîniyên dan li ser biryarê bi rêz li wean hate nerîn da biryar bête pejirandin, û di rêya Rêkxistina Navdewletî re derî li ber çareseriya qeyranê hat vekirin.
Sûriya û Hevbendiya Niştimanî û Gelê Sûriyê hêvîdar in ko ev biryar destpêka çareserkirina qeyrana Yemenê be, bi taybetî biryar li jêr Benda heftan derçûye ya ko dihêle mecbûr bête cîbicî kirin.
Gelê Sûriyê jî bendewarê evê bizavê ye. Derdeseriya xelkên Sûriyê dibînin nema tê pejirandin. Gerek Dewletên heval hemû bizava xwe bikin da biryar derbiçe . Da miletê Sûriyê bi dadiyê şad bikin û çareseriyek ji aliyê Rêkxistina Navdewletî ferz bibe.
Salim Elmislit
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
14Nisan.2015