Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ dilaramiya xwe ya mezin bo biryara duh ji Encumena Ewlehiya Navdewletȋ derbarȇ pirojeyȇ biryara Xelȋcȋ di bin benda heftan de ku tȇ de ji Hȗsyȇn Yemen dixwaze vekișin ȗ tundiyȇ rawestȋnin, herweha wan ceza jȋ bikin anȋ ziman.
Berdevkȇ Fermȋ bi navȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ Salim El – Mislit got: ” Erk ȗ karȇ ji dil ku dewletȇn çavdȇrȇ biryayȇ pȇ rabȗbȗn bi serkeftinȇ bidawȋ bȗ”. Ȗ weha berdewam kir:” Hemȗ nakokiyȇn bi dewletȇn Encumenȇ re ȇn dijȋ biryarȇ bȗn binpȇ bȗn. Hemȗ tȇbȋnên pirojeya biryarȇ hatin têgihiştin ȗ çareserkirin, ȗ her tiștȇ bidest bo derbaskirina biryarȇ ȗ vekirina derȋ li ber çareserkirina kirȋzeyȇ di bin siya rȇxistinȇn navdewletȋ hat kirin”.
El – Mislit diyar kir ku Sȗrȋ ȗ Hevbendiya Niștimanȋ ȗ milletȇ Sȗrȋ : ” Hȇvȋ dikin ku ev biryar destpȇka çareya dawȋ be bo kirȋza Yemenȇ ȗ bi taybet ku di bin benda heftan derçȗye, lewre dikeve bin neçariya cȋbicȋkirinȇ”.
El – Mislit bal kișand ku milletȇ Sȗrȋ ” Li hȇviya erkin wisa ne, ȇșa ku milletȇ Sȗrȋ tȇ re derbas dibe, nema li ser tu astȇ tȇ pejirandin, divȇ dewletȇn dost hemȗ erkȇn xwe bikin bo derbaskirina biryarekȇ mafȇ milletȇ birȋndar bistȋne, ȗ hemȗ astengiyên ku dewletȇn dȋ datȋnin pȇș çareyan bi çavdȇriya rȇxistina navdewletȋ serast bike”.
Jȇder: Hevbenȋ