Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Alava kuştin û tawanan ya rijêma Esed û hevalbendên wê yên Rûsî û Îranî, ji deh salan de di kuştina gelê Sûrî de berdewam e.
Hejmarek ji komelkujiyan di kêmtir ji du rojan de li gundewarên Heleb û Idlibê pêkhatin, û gund û bajarokên Sirce, Îhsim, Darit Ize û Kefer Noran rastî bombebarneke hovane hatin, û wan êrîşan sivîl armanc kirin, û bûn sedema şehîdbûn û birîndarbûna bidehan, bêhtirê wan jin û zarok bûn.
Û di dema ku tîmên Berevaniya Sivîl li ser rizgarkirina qurbaniyên di bin cihên rûxandî de dixebitîn, rijêmê û hevalbendên wê tîmên rizgarkirinê bombebaran kirin, û ji encamê hejmarek ji wan şehîd ketin û hinek birîndar bûn, ev jî tawanek dijî mirovahiyê ye, û li tawanên qirkirinê yên ku rijêm dermafê sivîlan pêk tîne zêde dibe.
Armanc ji vê bombebarana rêbazkirî ew e, ku koçberkirina kotekî berdewam bibe, û pêlin nû ji derbiderî û penaberbûnê rû bide, û derdeseriyên mirovahî yên sivîlan di dema rewşa dijwar yaku têde dijîn de zêde bike, û armanc jê ku nehêle penaber di rojên cejnê de sardana mirovên xwe li deverên rizgarkirî bikin.
Di dema ku perçeyên termên laşên zarok û jinan di kampan de belav dibûn, tawanbar derewên kotahiya şanoya hilbijartina pêkenokî dikirin, û gotara sûnda serokatiyê li ser perçeyên laşên Sûriyan dixwend.
Divê bersivdaneke navdewletî ya bighê asta berpisyariyê ji derew û tawanên rijêmê re hebe, û ew helwest li gor sozên Netewên Yekbûyî di warê rizgarkirina mirovan ji bêtarên cengê bin, û aştî û ewlehiya navdewletî biparêzin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, daxwaza cîbicîkirina pirensîpa berpisyariya di ber parastina nişteciyan ji qirkirina komî û tawanên cengê û jînosaydê û tawanên dijî mirovan pêk tên ji Netewên Yekbûyî dike, tevlî cîbicîkirina beşê heftemîn ji peymanê li gor biryara encûmena giştî 1/60 ya dîroka 16 îlona 2005an.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
18 tîrmeh 2021