Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya niştimanî ya Sûrî bi tundî êrîşa terorîstî ya xedirkarî ya îro çarşemê avahiya Kompaniya Pîşesazîya Asmanî ya Tirkiyê li Enqerê kir armanc şermezar dike, û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwaze û hêviya saxbûnê ji birîndaran re dike.
Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ya tam ji hewlên dewleta tirkiyê re yên li dijî tundrewî û rêxistinên terorîst nîşan dide, û tekezîyê li ser pêwîstiya şerê li dijî wan û sedemên wan dike ji bo bidestxistina ewlehî û aramiya deverê û ya navdewletî, bi awayekî ku bi erênî bandorê bighîne aştiyê ji gelên herêmê re.
Baweriya Hevbendiya Niştimanî bi şiyana dewleta Tirkiyê ya rûbirûbûna gefên terorîstan û têkbirina alavên wan û parastina ewlehî û aramiya welat heye, û hêviya pêşketin û geşepêdana bêhtir jê re dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
23 cotmeha 2024