Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ew karên ku milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat a piştgirtî ji hevpeymana navdewletî ya bi serpereştiya Emerîka dike û li ser bajarê Reqayê feriz dike, wek hewildanên wê yên li herêmên bakurê rojhilat dike, dişopîne.
Ev pêrabûn û pêngavên ko ji bo piropogenda rêkxistineke tirorist û îdyolociyên biyanî dike û hewil dide ko nakokiyê di nav xelkên welat de peyda bike, nakeve berjewendiya miletê Sûrî de û divê hevpeymana navdewletî berpirsiyariya xwe di vê derbarê de hilgire, çimkî ev nîşanên metirsîdariyê ne li ser paşeroja Reqa.
Hevbendî hildana wêne û alên Partiya Karkerên Kurdistanê di heman dema ko çi tiştê bi nasnameya Sûriyê ya giştî ve têkildar e qedexe dike pirotesto dike.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko giring e niştecih bi zûtirîn dem vegerin bajarê Reqa, û derfetê bidin wan ji bo karûbarê xwe bireve bibin, û hişyarî da ji bêserûberiyê û rêxweşkirina li pêş derketina nakokiyan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
21.10.2017