Wednesday, May 21, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî hewildana Îranê ya têkdana aramiyê li Sûriyê şermezar dike

December 27, 2024
in Daxwiyanî
Reading Time: 2 mins read
A A

Daxuyaniya Rojnamevanî

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxuyaniyên rejîma Îranê yên ku armanca wan çêkirina tevlîheviyan, têkdana aramiyê û derxistina nakokiyên mezhebî li Sûriyê ye, bi bikaranîna bermayên rejîma Esed û ajanên Îranê di xwepêşandanên mezhebî de, û armanckirina hêzên ewlekariya Sûriyê bi operasyonên terorîstî, yên bûne sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek ji wan şermezar dike.

Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku ev ajanên Îranê û girûpa bermayên rêjîma berê nûneratiya mezheba Elewî nakin, ku gelek caran rûspî û şêxên mezhebê di daxuyaniyên xwe de tekez kirine ku ew li gel tevaya gelê Sûriyê ne, û piştgiriya wî dikin ji bo sizadana hemû kesên ku destên wan bi xwîna sûriyan bûye, û em di van demên hestyar de ji gelê xwe dixwazin ku pabendiyê bi agahiyên serkirdayetiya leşkerî  li deverên ku vê dawiyê alozî li wan derketin bikin, da saxlemiya xwe biparêzin û girûpên paşmayên rêjîmê û ajanên Îranê wan ji xwe re bikar neynin.

Hevbendiya Niştimanî rêjîma Îranê bi awayekî tam berpirsyar dibîne di ber tiştên ku rû didin, û daxwazê jê dike ku destêwerdanê di karûbarên Sûriyê de neke, û tekez dike ku dosya rêjîma Îranê li Sûriyê tijî tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê ye bi hevkariya li gel rêjîma Esed ya têkçûyî, û Sûriye dê hemû karîna xwe bikar bîne ji bo hesabdîtina bi her kesê ku destê wî bi xwîna Sûriyên bêguneh bûye.

Îro Sûriye hewcedara karînên tevaya gelê xwe ye ji bo careke din pêşde biçe piştî bidehên salan ji serkutkirin û stemkariyê, û ji her kesî dixwaze ku karê niştimanî yên tevayî bikin û her cureyê cudakirina di nav gelê heman welatî de red bikin, ji bo pêkanîna hêminî û aramî û aştiyê û destpêkirina pêvajoya avakirin û geşepêdan û pêşveçûnê.

Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ji Rêvebiriya Demkî ya Sûriyê re diyar dike ji bo aktîvkirina mîkanîzmayên dadgehkirinê yên serbixwe, bêalî û dadwer ji bo destpêkirina dadgehkirina tawanbarên tawanên li dijî mirovatiyê û tawanên cengê, û tekezîyê li ser giringiya hevkariya Sûriyan bi desthilatên şareza re dike ji bo pêkanîna ewlehî û aştiya sivîl li hemû parêzgehên Sûriyê.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî

Ofîs Ragihandin û Peywendiyan

26 kanûna pêşîn 2024

Share30TweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Rehma: Pêwîstiya Sûriyê bi piştgiriya Encûmena Hevkariya Kendavê û hemû birayên Ereb heye

Rehma: Pêwîstiya Sûriyê bi piştgiriya Encûmena Hevkariya Kendavê û hemû birayên Ereb heye

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.