Daxuyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî pabendbûna xwe ya tam bi daxwaz û hêviyên gelê Sûriyê ên ku ji bo wan bi şoreşê rabûye û qurbanî danîne ku ew in rênimaya karê Hebendiyê ji destpêka avabûna wê de tekez dike, û piştrast dike ku pêwendiyên wê bi welatên bira û dost re li ser bingeha rêzgirtina tam ji hevdu re û ji maf û daxwazên gelê Sûriyê û azadiya wî re û standina biryara xwe ya serbixwe li gor berjewendiyên xwe yên niştimanî û mafdariya wan welatan ya danîna siyasetên xwe bi awayekî ku berjewendî û ewlhiya xwe ya niştimanî biparêze ava dibe. Her wiha tekeziyê li ser giringîdana xurtkirina peywendiyan li gor bercewendiyên niştimanî yên hevbeş dike bi awayekî ku armancên rewa yên gelê Sûriyê pêk werin, û bextewarî û pêşketin ji welat û gelên herdû aliyan re bicî werin. Û tekezîyê li ser wê yekê dike ku pêwîst e ji wê gotara ku dijminan çêdike li şûna ku dostan pir bike û şoreşê lawaz dike û wê perçe dike were dûrketin.
Hevbendiya Niştimanî bang li gelê me yê azad dike ku bi şarezayî biramin, û nedin pey gotegot û nûçeyên sexte yên ku rêjîma Esed dixwaze ji bo parçekirina yekbûna gel belav bike, ji bo bicîanîna siyaseta “perçe bike û hukum bike” ya ku di nav sûriyan de dişopîne, her weha di navbera wan û saziyên wan de ji dema derketina yekem çirûska şoreşê di sala 2011an de. Rêjîm dixwaze Sûriyan bike dijminên hev, û hewl dide têkiliyên wan bi her dewletek bira an dost re lawaz bike, ku armanca wê ya sereke ew e wan ji têkoşîna wan a bingehîn a li dijî rijêmê dûr bixe, ji ber ku ew asteng e li pêşiya pêkanîna daxwazên wan ên bilind ên dadmendî, azadî û demokrasiyê.
Hevbendiya Niştimanî tekezîyê li ser misogerbûna mafên welatiyan yê xwepêşandan û mangirtina aştiyane û azadiya derbirînê dike, bi awayekî ku pabendî bi parastina ewlehiya giştî û mal milkên giştî û taybet hebe.
Hevbendî tekezîyê li ser wê yekê dike ku astengîyên tên pêşiya şoreşa Sûriyê bihêzbûn û sûrbûna wê li ser daxwazên wê zêde dike, ji ber ku sedemên bingehîn ên ku hiştin gelê Sûriyê li dijî rêjîmê serî hilde hîn jî hene û zêdetir, kûrtir û belavtir bûne, û hîn dengê azadîxwazan bo daxwazên gelê Sûriyê yên ji bo dadmendî, azadî û demokrasiyê bilind dibe, û îro ew ji berê sûrtir û pabendtir in bi van nirxên bilind ên şoreşa Sûriyê, û ev pransîb rênimaya karê Hevbendiyê ne, heta ku ew wan mafan bi dest bixin, û tekez dike ku ew berdewam e li hember stemkariya rêjîmê û alîgirên wê û tawanên wan li dijî sivîlên bêguneh, her weha li hember derbasbûna milîsên terorîst ên ji dervî sînoran hatine û ajanên wan, ji bo parastina yekrêziya Sûriyê bi ax û gelê wê ve û nehiştina pirojeyên cudaxwaz.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko cewhera şoreşê Sûrî ye, û çarenivîs jî Sûrî ye, aştiya berdewam pêk nayê bêyî bicîanîna dadmendiyê ji qurbaniyên tawanan re û serbestberdana girtiyan û zanîna çarenûsa kesên bi kotekî hatine wendakirin, û çi çareseriya ku bindestiya gelê Sûriyê bi dawî neke û hêviyên wî pêk neyne, parçe şare ye û bi ser nakeve û ewlhî û aştiya berdewam pêk nayne û ne jî abûriya Sûiyê geş dibe ji ber ku ew têkildarî yekbûna gel û xaka Sûriyê û vegera wan a li ser xaka xwe bi awayek azad û rûmetdar e. Û tevaya wan armancan bi riya bicîanîna tam ji biryarên Encumana Ewlekariyê yên têkildarî Sûriyê bi taybetî ya 2254(2015) pêk tên , ji ber ku ew takeçareserî ye ji bo dabînkirina ewlehiya herêmî û navdewletî û pêkanîna aştiya berdewam.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û peywendiyan
12 tîrmeh 2024