Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hilbijartina Şêxê Zanyar Usame Ebdilkerîm Elrifaî ji aliyê Encumena Îslamî ya Sûrî ve wek Miftiyê Giştî yê Komarê, rewatî û giranî û çalakbûna vî postî vedigerîne, postê ji berî ku rijêma tawanbar dest deyne ser Sûriyê hebû.
Rijêma Esed ji dema ku dest daniye ser desthilata welêt de, postê “Miftî” ji bo rewakirina rijêmê û riklama jê re bikar aniye, û rijêmê mîkanîzma hilbijartina miftî ji aliyê zaniyarên cihê baweriyê ve nehiştibû, û ew post kiribû bi şêweyê destnîşankirina ji aliyê serdarê dewletê ve, û rijêmê îro xwest ku nasnameya çandî û dîrokî li Sûriyê di riya hilanîna vî postî re ji holê rake. Ev pêngava Encumena Îslamî ji bo vegerandina destpêşxeriyê bû, daku nasnameya welêt biparêze, û nirx û rola saziyên bi ser şoreşa gelê Sûrî ve û yên ku nûnertiya wê dikin xurt bike.
Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi wergirtina şêx Usame Elrifaî ji Postê Miftiyê Giştî li Sûriyê re anî ziman, ji ber ku nirxekî rêzdar Rifaiî yê zanistî û ramangîrî û civakî heye, û ew bi hizir û hişmendî û pabendiya xwe bi gotina rast naskirî ye.
Hevbendiya Niştimanî, hêviyên serkeftinê ji rêzdar Miftiyê Giştî di berpisyariyên wî de, herweha ji Encumena Îslamî ya Sûrî re di şopandina pirojeya xwe di yekkirina nerînên zanyarên Sûrî de, û dîtina çareyên rewa ji pirsgirêkên sûruyan û dozên wan re, û berevaniya di ber îslama orte û ronakbîr de, û rawestana di rûyê tundrewî û terorê bi tevaya şêweyên wê ve, tîne ziman.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
21 çirya paşîn 2021