Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, serdana şêxê zaniyar Usame Elrifaî kir, û hilbijartina wî wek Miftiyê Giştî yê welêt û bidestxistina baweriyê ji aliyê zaniyarên Sûriyê û gelê wê ve pîroz kir.
Û Elmislit tekezî li ser giraniya Şêx Usame Elrifaî û dîroka wî ya rûmetdar û helwestên wî yên hêja dijî zordarî û stemkariyê kir, û kes jibîr nake ku ew yekemîn kes bû ku eşkere daxwazên şoreşê li ser menbera xwe li Şamê di hefteya yekemîn ji temenê şoreşê de ragihandiye.
Û Elmislit çext kir ku hilbijartina Elrifaî wek Miftiyê Giştî rewatî û giranî û çalakbûna vî postî vedigerîne, postê ji berî ku rijêma tawanbar dest deyne ser Sûriyê hebû.
Û Elmislit hêviyên serkeftinê ji rêzdar Miftiyê Giştî di berpisyariyên wî de, herweha ji Encumena Îslamî ya Sûrî re di şopandina pirojeya xwe di yekkirina nerînên zanyarên Sûrî de, û dîtina çareyên rewa ji pirsgirêkên sûruyan û dozên wan re, û berevaniya di ber îslama orte û ronakbîr de, û rawestana di rûyê tundrewî û terorê bi tevaya şêweyên wê ve, anî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî