Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, workşopek derbarê doza Sûriyê lidar xist, û helwestên navdewletî di bin çavan re derbas kirin. Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Cîgirên Serok Ebdilehed Istêfo, Ebdilhekîm Beşar û Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Heysem Rehmê û Serokê Desteya Danûstandinê Enes Elebde û hejmarek ji endamên Hevbendiyê amade bûn.
Û di weroşopê de hejmarek ji siyasetmedar û lêkolîner û mafnasên Sûrî û ekadîmistên wek Ebdilhemîd Ewak, Husam Elhafiz, Yasir Elîtî, Semîr Siêfan, Îbrahîm Elhacî, Semîr Saliha û Mustefa Elwehîb û Hesen Elşaxil, amade bûn.
Û werkşopê bi dirêjiya du rojan gengeşe li ser siyaseta rêvebiriya Emrîkî û Yekîtiya Ewropa derbarê doseya Sûrî û deverê û têkliyên erebî û herêmî kirin, û behsa giringiya sazkirin û avakirina mala navxwe ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û derxistina nerînekê ji bo pêşerojê li gor guherîn û rewşên ku nû derdikevin kirin.
Û amadebûyan tekezî li ser giringiya ku Encumena Ewlekariyê rêzê li biryarên girêdayî doseya Sûriyê yên ku Encumenê derxistine û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 kirin, her weha pêwîstiya kartêkerkirina biryara 2254 di riya vekirina tevaya sepetan di heman demê de.
Û amadebûyan cextî li ser giringiya şopandina tevgera herêmî û navdewletî û hevsengiyên herêmî yên nû û destnîşankirina derfetên sûdar daku bikevin xizmeta şoreşa Sûriyê û gelê wê de, kirin.
Û amadebûyan li ser giringiya avakirina komîteyekê lihev kirin, daku kar li ser amadekirina kaxezên siyasî û pêşniyarên berçav bike, û avakirina komeke kar a hevbeş di navbera Hevbendiyê û navendên lêkolînan û saziyan de, ji bo ku pilaneke rêxistinkirî yaku giringiyê bide mijarin nîşankirî di lêkolîn û ragihandinê de deynin, daku raya giştî têxe xizmeta doza Sûrî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî